Polîtîk

PDK: Em beşdarî hilbijartinan nabin!

PDKê ragihand ku ew beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nabin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, piştî ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê kotaya kêmaniyan di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de betal kir, wan biryar da ku beşdarî hilbijartinan nebin.

Di daxuyaniya nivîskî ya PDKê de weha hat gotin: “Em ji ber erka dîrokî û berjewendiyên xwe yên netewî beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî tên ferzkirin, nabin”. Daxuyaniya nivîskî ya Polîtburoya PDKê piştî civîna ku di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de hat kirin, belav bû.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew aliyên di nava rêveberiya dewletê de bi berpirsiyariya cîbicîkirina destûr û hemû bendên rêkeftina siyasî û îdarî ya avakirina hikûmetê dibînin. PDKê di daxuyaniya xwe de got: “heger nebe em nikarin pêvajoya siyasî bidomînin”.

Di daxuyaniya nivîskî ya PDKê de hat gotin: “Em rê nadin hemû binpêkirinên nedestûrî yên ku Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li dijî Herêma Kurdistanê û saziyên wê yên destûrî pêk tîne, bi hilbijartinek nedestûrî û ne demokratîk rewa bikin”.

Back to top button