Polîtîk

PDK dixwaze Barzanî biryara parlementoyê îmze bike

Li Selahedînê civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî civiya û çendîn mijarên curbicur nirxand û pişt re jî çendîn biryarên girîng hatin stendin.

Yekem mijara civînê nirxandina serdan û encamên serdana Serok Barzanî û heyeta Kurdistanî bo Rûsiya, Franse û hevdîtinên bi Rayedar û berpirsên wan welatan û bihêztir kirina peywendiyên abûrî yên di navbera Rûsiya û Kurdistan, Franse û Kurdistanê de bû.

Mijara duyem ya civînê jî serdana Serok Barzanî tevî heyeteke Kurdistanî bo Bexdayê û civînên Serok Barzanî yên bi Rayedarên Bexdayê yên jib o çareser kirina kêşeyên heyî yên di navbera her du aliyan û herwiha dest bikar kirina ev komîteyên ku, pêştir hatibûn damezrandin bû.

Di civîna han de serdana Serok Barzanî bi serdaneke girîng û erênî hate wesifkirin û di mijara sêyem de jî civîn pêşnûsa civîna hevbeş ya pdk û ynkê jî hate nirxandin û ev pênivîsa han ji aliyê civînê ve hate qebûlkirin.

Di mijara çaran de jî meseleya peymana steratejîk ya di navbera PDKê û YNKê de û herwiha parastin û bihêztir kirina peymana han bi awayekî ku, xizmeta berejwendiyên gelê Kurd bike.

Di dawiya civînê de jî civata Serokatiya PDKê jî jiber rewşa siyasî ya Kurdistan, Îraq û guhertinên heyî yên li deverê de daxwaz ji Serok Barzanî kir daku, her du biryarên parlementoya Kurdistanê yên ku, di roja 30.6.2013an de hatibûn stendin îmze bike.

Her di vê civîna han de behsa amadekariyên PDKê bo hilbijartinên Kurdistanê yên ku, biryare di roja 21.92013an de werin sazkirin hate kirin.

Back to top button