CivakPolîtîk

PDK amadeye digel her aliyek siyasî li Kurdistanê danûstandinan bike

Serowezîr Barzanî bersiva pirsên rojnamevanan daSerokwezîr got ku, ya ku li bajarê Duzxormatu qewimî tiştekî naxweş bû û niha hikûmeta herêma Kurdistanê digel Bexdayê di nav têkeliyan de ye ku her du alî ji bona rewşa bajêr normal bibe û dawî bi aloziyan bê bi cidî dixebitin ji ber ku karê pêşîneyê Hewlêr û Bexdayê şerê dijî terorîstên DAÎŞê ye û bi tu awayî çênabe şer di navbera pêşkhateyên Îraqê derkeve.Di bersiva pirsekê de li dor vegeriyana Newşêrwan Mistefa serokê Tevgera Goranê bo herêma Kurdistanê û ka dê digel bicive, Barzanî  dilxweşiya xwe li hember vegeriyana Mistefa bo herêma Kurdistanê diyar kir û hêvî kir ku bi tenduristiyek baş vegeriya be. Hêşta ew biryar nehatiye dan ku, em digel wî bicivin, lê ew weke Partiya Demokrata Kurdistanê amadene digel her aliyek siyasî li Kurdistanê gotûbêj û danûstandinan bikin.Li dor wergirtina qerzên navdewletî û dabînkirina pişka herêma Kurdistanê ji wan qerzan, serokwezîr got ku, di vê çarçoveyê de xebatên herêma Kurdistanê berdewam in û ji bona vê armancê berî heyamekî şandeyeke herêma Kurdistanê serdana Amerîkayê kiribû, danûstandinên hikûmeta herêma Kurdistanê digel Bankaya Navdewletî û hikûmeta Îraqê berdewam ni  lê heta nuha tiştek konkirêt çênebûye.Di bersiva pirsekê de li dor wan aloziyên nuha li Bexdayê hene, Nêçîrvan Barzanî got ku ew di wê baweriyê de ne karê pêşîneyê Îraqê, bi awayekî giştî, şerê dijî DAÎŞê û çewaniya rêxistina rewşa êkonomiya Îraqê ye. Di vê rewşê de herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizane piştgiriya serokwezîr Ebadî  û Îraqê bike daku ji wê kirîzê rizgar be, nuha ne dema wê yekê ye şer û alozî bikeve nav parlamentoya Îraqê û bibe hokarê alozbûna rewşa civakî li tevaya Îraqê. Serokwezîrê Kurdistanê hêvî kir ku hemû alî li ser masa diyalogê bicivin û alîkariya serokwezîr Ebadî bikin daku Îraq vê kirîz derbas bike. 

Back to top button