Kultur

Paytextê turîzmê

Kovara Emerîkî TIME di nivîsek ya xwe de Kurdistana Başûr wek kandîdatekî yê Turîzmê di cîhanê de dinirxîne.

Nivîsek di derbarê Kurdistana Başûr de di malpera kovara TIME de hatiye weşandin û di nivîsê de pesnê Kurdistanê dide û dibêje di herêmê de herî cihê bi îstikrar û cihê ewlehiyê Kurdistan e.

Herweha wezereta derve ya Emerîka jî bala hemwelatiyên xwe yên serdana Iraqê û herêmê dike dikşîne û dide xuyakirin ku herî cihê ewlehiyê tê heyî Hewler, Silêmanî û Duhok e.

TIME di nûçeya xwe de bahsa Kelha Hewlêr dike û dibêje Kelha Hewlêr di lîsta UNESCO ya mîratêyên cîhanî de ye. Hewler sala 214ê ji aliyê Konseya Erebî ya Turîzmê ve wek paytextê Turîzme hatiye ragihandin.

Berpirsê Turizmê Mewlevî Cabar li gel rojnemevanê TIME Jay Newton axavtinek kiriye û di derbarê Hewlêr de dibêje:Me bawer nedikira ku dê armancên me di derbarê turîzmê de evqas mezin bibin. Lê em di sala 2015 hêdî cîhanî difikirin û emê bibin bedîlek di turîzma cîhanî de.

Di nûçeya TIME de tê ragihandin ku, sala 2007ê 106 otel li Helêr hebûn, niha hêjmara wan bûye zêdeyî 400 an.Di cîhanê de navên naskirî cihên xwe li Hewlêr vedikin. Balafirxana Hewlêr bi 400 milyon dolarî hatiye avakirin û gelekî moderne. Heja projeyên gelek mezin hene ku li Hewlêr encam bidin.

 

Rojevakurd

 

 

Back to top button