Patenta şal û şapik hat sepandin
Enstîtuya Patentê ya Tirkiyê patenta şal û şapikên Kurdî sepand û karta hostetiyê da 3 xebatkarên ku şal û şapikan çêdikin.
Qumaşê şal û şapikên ku 2 sal berê ji aliyê Daîreya Patent û Nîşanên Tirkiyê ve bi nîşaneya erdnîgariyê hat tescîlkirin, di atolyeya navenda Perwerdehiya Gel a Eruh ya Sêrtê de, ji aliyê 12 hostayan ve li ser 10 lomanan tê çêkirin. Di atolyeyê de hosteyên çêkirina şal û şapikan Leyla Çekin, Naîl Gulhacî û Yusuf Yildirim ji alî Wezareta Çand û Tûrîzmê ve bi minasebeta hilgirên mîrateya çandî û destekkirina hunerên kevneşopiyê, mafê “karta nasnameya hunermendiyê” wergirtin.
Midûrê Navenda Perwerdehiya Gel a Eruhê Seyfettîn Çelîk diyar ki, di atolyeya ku di sala 2014an de 2 hoste lê dixebitîn, niha 12 hoste li ser 10 lomanan hilberînê dikin. Çelîk destnîşan kir ku qumaşê şal û şapikan her roj zêdetir balê dikişîne û diyar kir ku ji ber vê sedemê atolyeya heyî nikare hewcedariyên xwe bi cîh bîne.