PolîtîkRojev

Paşmayên DAIŞê dijatiya vegera Pêşmerge ya Kerkûkê dikin

Namzedê PDKê li Kerkûkê li ser pêwîstiya vegera Pêşmerge ya ji bo Kerkûkê ragehand, ewên ku dijatiya vegera Pêşmerge dikin paşmayên DAIŞê û koleyên welatên din in.

Namzedê PDKê yê bi hejmara 30 li bazineya Kerkûkê Şaxewan Ebdula bi beyanameyekî de ragehand: Pêşmergeyên lîwayên Kerkûkê yên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê xelkê Kerkûkê ne û ti kesek nikare mafê berevanî kirina wan a li Kerkûkê ji wan bistîne.’’

Şaxewan Ebdula ragehand: Ew kesên dijatiya vegera hêzên Pêşmerge ya ji bo Kerkûkê dikin, paşmayên DAIŞê û koleyên welatên derdorê ne û derûna wan nexwaş û şovenîst in.

Namzedê PDKê amaje bi qurbanîdana hêzên Pêşmerge ji bo parêzgariya li Kerkûkê kir û ragehand: Divê zû kar ji bo beşdarbûna hêzên Pêşmerge li parastina asayîşa Kerkûkê bê kirin.

Şaxewan Ebdula diyar kir ew guh nadin axaftin û daxazên şovenîstî û paşmayên DAŞê. ‘’Em tenê guh li xelkê niştimanperwer li herdu pêkhateyên ereb û tirkmen digrin. Ew rijd in li ser pêkvejiyan û pêkvebûnê.

Back to top button