Nivîsar

Parvekirina êşa 100 saliya jenosîda Suryanî û Ermeniyan jibîr mekin!

 

Çend roj din, ser jenosîda asurî (suryanî-kildanî) û ermeniyan re 100 sal derbas dibe. Sûcdarê mezin yê qirkirinê, “Hêza Ittîhatê”, anku “Ciwanên Turka” bû. Lê beşek ji eşîrên kurda jî bûn alav, berjewendiyên şexsî û eşîrtiyê çavê wan kor kir û tevlî şerê qirêj bibûn.
Şerê mezin de gelek caran ne tenê aliyên şer, lê kes, kom û çandên yekser ne aliyên şer in jî dikarin bibin qûrban. Wek nimune, dema qala Şerê Cîhanê yê duwê dibe, pitir jenosîda cihûwa (yahudî) tê holê. Plan, qirkirin û êrîşên Naziya li dijî romaniya dereng, piştî salên 70 î hat rojevê. Jenosîda Seyfo jî wisa ye. Bûyer, dema Şerê Cîhanê yê yekem de hate pê. Agehdariyên derbarê wê zêde belav nebûn û ragihandin sînorkirî bû. Tenê mirovên herêmê, xizm û nêzên wan zanîbû.

Sedsala 18 an de, hest û helwêstên netewî xurtir dibû. Dewletên serbixwe ava dibûn. Imparatoriya osmanî, bi azadiya netewên balkan û hêla ereban, hêz û mezinbûna xwe winda dikir. Pêla hişyarbûnê berê xwe dabû ermenî û aşûriya. Ji bo destxistina azadiyê, dengê wan bilind dibû. Bersiv û planên pan nasyonalîzma “Ciwanên Turka”, piştî destxistina îqtidarê, bi biryara qirkirinê hate pê.
Ma gelo îro rewş çiye?

Neslê nû pirsê cidî dibînê. Kurd, di hilbijartina parlamento û şaredariyan de cî didine wan. Ji bo parasatin û xurtkirina zimên û çanda wan, ronakbîrên kurda piştgiriyê dikin. Dema dikevin tengasiyê bi hawara wan diçin û li gorî mecalan, pirsgirêkên wan çareser dikin. Ermenî û asurî vê guhertinê dibînin û bi germî nêzî kurda dibin. Baweriya nav wan de xurtir dibe.

Polîtîka Turkiye zêde nehatiye guhertin. Derd, êş û brîna sed salî zêde balê nakşîne. Netewên Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê jî di nav de, bi dehan welat û saziyên navnetewî rastiya jenosîdê pejirandin. Lê Turkiye çavê xwe digre, dixwaze pirsê bi lêkolîn û guftugoyên hevbeş li ser dîroke girê bide, bi derengî bixîne. Çi niyeta xwe û erêkirina jenosîdê tune. Lêborîn xwestin, nehatiye rojevê.

Ermenî û asurî xelkên kevnare yên herêma me ne. Li welatê bavûkalan, xwedî kar, mal, erd û sermaye bûn. Nifûsa bi milyonan, piştî tevkûjiyê, îro li welêt çend hezar in. Dêrên wan kirin mizgeft, erd û mal ketin ber êrîş û talanê. Mêr hatin kûştin û keçên wan li xwe mehr kirin. Bi hezaran mirov bûn penaber. Beşek ji wan li riyan, ji serma, birçîbûnê û perîşaniyê mirin. Nêzî 2 milyon kes tune bû.

Belê, ser jenosîda wan de sed sal derbas dibe. Lê êş û xemginiya ermenî û suryaniya didome. Kûl û derdê sed salî, derbasî neslê nû bûye. Zarokên wan didomînin doza bav û kalên xwe. Ji bo ku Turkiyê dengê wan bike, li wan guhdarî bike, neheqiya li wan bûye bipejirîne û derdê wan derman bibe, 20 nîsanê li navenda bajarê Midyadê dest bi berxwedana birçîbûnê dikin. Birçîbûna suryaniya heta 24 nîsanê, salvegera100 saliya jenosîdê didome.

Hîsên însanî, hestên mirovahiyê pak û tekûz dike. Exlaqê siyasî, mafê mirovan giring digre. Divê gelê Kurd; bi ronakbîr, siyasetvan û saziyên netewî 20 nîsanê herin Midyadê. Pêwîst e suryaniyan tenê nehêlin û li dijî çavsorî û zilmê helwêsta xwe diyar bikin. Û 24 nîsanê, ji bo parvekirina xemgîniya qirkirina asurî suryanî û ermeniyan herin Dêra Mor Gabrîela Midyadê. Xemgîniya wan pervekin.

Pir giring e ku, 23-24 Nîsanê nîsanê, em civînên xwe bihêlin rojek din. Di şûna wê de, wê rojê bi wan re bin. 18 Nîsan 2015

Gabar ÇIYAN

EuroKurd News- Navenda Dokumentasyonê ya Mafê Mirovan
Kordînator

Back to top button