Partiyên Tirk û pirsa Kurd !
Gelek cara behsa helwesta partiyên Tirkiye di derbarê kurdan û daxwaziyên wan de tê kirin. Di rastiya xwe de heta wek îro vekirî dîtina partiyên Tirkiye di derbarê pirsa Kurd de ne zelale û di demen hilbijartinan de hinek gotine dibêjin û derbas dibin. Lê di bingehê xwe de di pirsa Kurd de xwediyê siyasetek nijadperestin û bi tu awayî pirsa Kurd qebûl nakin û binpêkirina mafên Kurdan de yek dengin.
Ji roja cumhuriyeta Tirkiye hatî avakirin heta wek îro, partiya herî vekirî pirsa Kurd gotubûj kirî û li gora xwe hinek gav avêtîn û hewladanek siyasî kirî AKP ye. Di dema AKPê de kanalek fermî ya dewletê de weşana Kurdî hate destpêkirin. Ev gavek erênîbû, heta wek îro jî ji bo pêşketina zimanê Kurdî bûye destkeftiyek. Partiyên opozisyonê û CHP û MHP bi tundî li dijê vê yeke derketin.
AKP dest hevdîtina li gel PKKê kir û encama van hevdîtina bi biryara Îmralî û dezgehên dewletê HDP hate damezirandin. Bi navê “pêvajoya aşitiyê“ gav hatin avêtin. Lê PKKê û hinek dezgehên tarî ev pêvajo provaka kirin. Cardin CHP û opozisyona heyî ev pêvajo rexne kirin. Serokê AKP ê di derbarê Kurd û Kurdistanê de daxûyaniyên erênî didan, lê cardin CHPê û opozisyonê ji bo van gotaran rexneyên giran kirin.
AKPê Sonda ku rojana dibistana de dihat xwendin rakir û ev yek ji bo şûştina mejiyên zarokên Kurd gelekî girîng bû. Ji ber ku gotinên vê sondê hemû nijadperstî bû . Vê yeke bandorek xirab li ramanên zaroka dikira û di mejiyê wan de Tirkîtî dihat xwendin. Cardin CHP li dijê vê sekini û heta wek îro rexne dike.
Di dema AKPê de zimanê Kurdî di dibistanan de bû wek dersa hilbijare, di zaningehan de beşe Kurdî hate vekirin.
Di rastiya xwe de AKPê dema hatî ser desthilatê heta demekî gavên erênî avêtin û hewldan ku hinek tişta di berjewendiya Kurdan de jî bike. Lê ev yek neçû serî û piştî demekî AKP jî wek her partiyek a Tirkiye lê hat û li dijê gotarên destpêkê de digotin sekini û siyasetek a berevacî rêve bir.
Dema sonda me ji aliye Wezereta Perwerdeyê ve hatî rakirin, sendikayeka MHPê îtiraz kir û serî li dadgehê da ku ev biryara Wezereta Perwerdê neye cih û cardin ev Sonda Me di dibistana de bê xwendin. Lê dadgehê li dijê daxwaziya vê sendikaya MHPê biryar da û biryara Wezereta Perwerdê pejirand.
Li ser vê yeke serokê MHPê devlet Bahçelî li dijê dadgehê daxûyanî dan û kampanyak li himber vê biryara dadgehê destpê kir.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di civîna partiya xwe de di derbarê vê pirse de axavtinek kir. Kiliçdaroglu dibêje ku, ji bo çi Bahçelî dadgehê tawanbar dike, bila telefonekî ji şirîkê xwe re veke û vê biryarê betal bike.
Kiliçdaroglu berdewamiya axavtina xwe de dibêje:Sala 2013ê min ji Erdogan re got, gelo tu ji kijan gotinên Sonda Me acizî? rabe vê ji miletre beje. Lê eve sal bû 2021 hêja bersiva pirsa min nedaye. Ez niha bangî herkesekî dikim, Erdogan li dijê kijan gotina Sonda Me ye? Bila beje. Divê Bahçelî bije Erdogan; Bila Sonda Me bê xwendin, eger ev neye xwendin şirîkatiya me namîne,bila Bahçelî beje ; ez hij welatê xwe û ala xwe dikim.
Niha bi gotinek Kurdî“ Werin vî kerî di v î borî re derbas bikin?“
Ji berî her tiştekî pêwiste kurd di kuleka xwe re li partiyên Tirkiye binirxînin û bibin xwedî helwest. Divê ji bo Kurda pîvana nirxandina pirsa Kurd be. Tenê acijbûna ji Erdogan yan ji AKPê nabe sedemek ku mirov pişgiriya CHPê yan partiyek din bike. Ew ji bo desthiltê ji hev acijin, hev rexne dikin. Lê dema pirsa Kurd tê rojevê hemû wek hevin û deste hev digrin û li dijê daxwaziyên Kurda dibin yek. Guh nedin zire zira wan li dijê hev . “ Se guşte se naxwe…“
17.03.2021
Nûçe/Analîz
Rojevakurd