Partîyên Kurd wê piştgirîya kê bikin?
Kiliçdaroglû di serdana xwe ya HDPê de ji bo çareserîya pirsa Kurd îşaret bi TBMMê kir, ev yek ji alîyê Kurdan ve erênî hat dîtin. Ji xeynî HDP û HUDAPARê, gelek partîyên siyasî yên ku ji alîyê Kurdan ve hatine damezrandin hene. Hin ji wan bi HDPê re tevdigerin. Yanî ev partî dikarin dengê xwe bidin namzedên ku HDP piştgirîya wan dike. Îcar ji bilî HDPê partîyên din yên Kurd çi difikirin? Di hilbijartina serokomarîyê de wê piştgirîya kê bikin?
Gelo wê Kiliçdaroglu serdana partîyên din yên ku ji alîyê Kurdan ve hatine damezirandin jî bike?
“Bingeha siyaseta me daxwazên kurdan û nirxên gerdûnî ne”
Serokê Giştî yê Partîya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk, diyar kir ku daxwazên Kurdan yên lezgîn û nirxên gerdûnî yên demokratîk wê bibin bingehê polîtikayên wan yên hilbijartinê. Ozçelîk destnîşan kir ku wek PAKê ji bo em nêrîna hemû endaman ji bo diyarkirina helwesta li hemberî hilbijartinê bigrin, anketek di nav partîyê de hat çêkirin û got: “Pêvajo dewam dike. Ez wisa difikirim ku emê helwesta xwe ya di derbarê hilbijartinê de bi raya giştî re parve bikin. Herî dereng di hefteya yekem a Nîsanê de emê ji raya giştî re eşkere bikin”.
“Emê namzedên ku soza perwerdehîya bi zimanê Kurdî didin binirxînin” Ozçelîk got: “Wek PAKê hem di hilbijartinên parlementoyê û hem jî di hilbijartinên serokkomarîyê de, em partî û îtîfaqên ku nirxên wekhevî, edalet û garantîyên destûrî, hebûna neteweya Kurd, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, rakirina qedexeyên li ser navê Kurdistanê, azadîya raman, derbirîn, bawerî û rêxistinbûnê û mafên gerdûnî diparêzin, dinirxînin”.
“Hemû krîz ji pirsgirêka Kurd pêk tên”
Serokê Giştî yê Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozye, diyar kir ku wan 2 meh berê polîtîkayên xwe yên li ser vê mijarê ji raya giştî re ragihandine. Bozyel, diyar kir ku niha li Tirkiyê rêveberîyek gelekî antîdemokratîk a li ser esasê dijminatîya Kurdan û tinekirina destkeftîyên demokratîk heye û got: “Welat di her warî de 4-5 salan paşde çû. Krîza heyî di esasê xwe de encama vê ye. Siyaset û krîza dîplomatîk ku krîzek piralî û kûr e. Sedema vê jî pirsgirêka Kurd e”.
Bozyel, bal kişand ku bi rêveberîya heyî ya li welêt pêşketina Tirkiyê ne mumkin xuya dike û got: “Hikûmetê sînorê xwe qedandiye û enerjîya xwe ji bo şer û pevçûnan xerc kiriye. Û hetta wêranîya ku di erdhejê de çêbû jî encama pirsgirêka Kurd e. Ji dêvla ku hikûmet enerjîya xwe ji bo aştî û ji ber vê gelek karesat û mirin çêbûn”. “Hilbijartina Kiliçdaroglu dikare bêhnekê bide welêt” Bozyel, bal kişand ser wê yekê ku çûna hikûmetê wê ji bo berjewendîya Tirkiyê be û got: “Em alîgirê demokrasî, normalîzekirina welêt û guhertinê ne. Em piştgirîyê didin xebatên di vî warî de”. Bozyel herweha got: “Cihê ku em lê radiwestin û siyaseta me diyar e, lê me bi zelalî diyar nekiriye ku emê dengê xwe bidin kê. Hilbijartina Kiliçdaroglu dikare bêhnekê bide welêt”.
“Ev şerê desthilatdarîyê di navbera Komîteya Îttîhad û Terakkî û Osmanîyan de ye”
Serokê Giştî yê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Duzgun Kaplan jî daxuyand ku heta niha ji tu namzetên serokkomarîyê daxwaza hevdîtinê nehatiye kirin.Kaplan anî zimên ku nêrînên wî yên di derbarê namzetiya serokkomarîyê de zelal in û berê jî li ser vê yekê daxuyanî dabûn û got: “Ev têkoşîna îktîdarê ya sed salî ye. Di kevneşopîya dewletê de bi taybetî di navbera Îttîhad û Terakkî de têkoşîna desthilatdarîyê Osmanîyan e, ev sed sal in di hemû hilbijartinan de me ev yek dît”.
Kaplan, anî zimên ku “hem hikûmet hem jî muxalefet ji dêvla ku li çareserkirina pirsgirêkên welêt bigerin, giranîyê bidin ser hikûmet û desthilatdarîyê”.
“Em piştgiriyê nadin herdu alîyan”
Kaplan diyar kir ku ewê di têkoşîna desthilatdarîya sed salî de nebin alî û destnîşan kir ku pêwîst e Kurd siyasetek taybet biafirînin û got: “Siyasetek ku mafên Kurdan biparêze û pirsgirêkan bi rêyên demokratîk çareser bike pêwîst e. Tifaqa gel pirsgirêka Kurd çareser nekir. Wê gavên erênî avêtin û me jî piştgirî da wê, lê serokê niha jî wek hikûmetên berê xwe bi gotina “Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye” girtiye. Li alîyê din hêvîyek ji mixalefetê dihat kirin lê mixalefet ji hikûmetê xerabtir e. Birêz Kiliçdaroglu dibêje dema ew bê ser desthilatdariyê ewê sonda ku li dibistanan dihat xwendin paşde vegerîne”.
Abdulhakim Gunaydin / Intependent