Polîtîk

Partiyên kurd naçin Şamê

Partiyên Kurdistana Sûrî biryar dan ku neçin Şamê. Wek tê zanîn  serokê Sûrî Bişar Esad, partiyên Kurdistana Sûrî ji bo hevdîtinê wexwendibûn Şamê. Partiyan biryar da bû ku herin. Lê di vê dema zîz de gelek awayî rewşa çûyina partiyên siyasî hate gengeşe kirin û gelek kes hevdîtina wan li gel Esed di vê pêvajoya ku xwîn tê rijandin baş nedîtin.

Destpêkê 3 partiyan biryar dan ku neçin. Lê li gora agahdariyên gihane me ne tenê 3 partiyên kurd naçin Şamê. Partiyên kurdan bi hevre biryar dane ku wexwendina serokê Sûrî qebûl nekin û neçin Şamê ji bo hevdîtinan.

Back to top button