Polîtîk
Partiyeke Lîberala Kurd dadimezrê
DDKD (Komeleya Çandî ya Rojhilata Şoreşger) yî yên wekî Imam Taşçier, Halim Ipek û Abdulhay Okumuş amadehiya wê yekê dikin ku Partiyeke Liberal ya Kurd dabimezrênin.
Li gor daxuyaniya berdevkê vê tevgerê İmam Taşçıer (Karsaz) daye zanîn ku Ji bo vê partiya nû 19 ê vê mehê ji bo nexşerêya xwe diyarbikin dicivin.
Her wiha didin zanîn ku ev partî wê li ser hêla sosyalist be, ji xwe gelek partiyên ku dibêjin em sosyalistin hene, lê em dixwazin her kesekî raya giştî û civakê himbêz bike. Em dixwazin Liberal, demokrat, karsaz û karkeran re partiyeke liberal damezrînin. pêwîstiya civakê jî bi vê yekê heye.