Partiya Xiyanetê tê avakirin
Li gora nûçeyeke di Peyamakurd de hatî weşandin, Lahur Talabani dixwaze YNK-Iraq ava bike. Herweha ev partiya nû dê hewlbide ku YNKê bike partiyek Iraqî û seksiyona vê partiyê li Kurdistanê hebe. Li Silêmaniya malpera nêzikê baskê xiyanetê Araste jî vê hewldanê serast dike.Herweha tê zanin ku di vê partiyê de ev kadro û berpirsên YNKê yên ku xiyaneta 16ê octoberê kirîn cih distînin. Berpirsek YNKê ku naxwaze nave wî bête eşkere kirin di vê derbarê de dibêje: Gruba xiyaneta 16ê Octoberê dixwazin kongreyek xeyalî pêkbînin û li ser daxwaziya Îranê planên Îranê bêxin jiyanê.Ew dixwazin gelê Kurdistanê bêxin di bin bandora Pasdarê Îranê milîsên Şîeyên Iraqê de. Eger Kosret Resul û kesên dil dayên YNKê li dijê vê gruba mafia nesekinin dê ew bibin sedemê qarasetekî.Ew çavkanî dibêje: Ji xwe di seri de van çeteyên mafia YNK helandin. Nihajî li gel Goran û hinek kadroyên YNKê dixwazin Silêmaniyê bikin di bin kontrola xwe de rewşek xirab pêkbînin.