Polîtîk

Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriye avadibe

Li  Kurdistana Rojava di derbarê yekitiya siyasî de gavek nûjen tê avêtin. Çar partiyên kurd ku di nava ENSKê de ne yekitiyek siyasî pêktînin.

Partiya Demokrata Kurd (El Partî), Partiya Azadiya Kurd(PAK), Partiya Azadîya Kurd(PAK)(PAK du beşin . Du partiyên Azadî yê li Rojavayê Kurdistanê hene) û Yekitî.

Sala 2012ê her çar partiyan biryara yekitiyek siyasî dabûn ku bibin yek partî.

Li gora agahdariyên me ji Hewlêr nivîsgeha PDKS girtîn, dê kongreyê de 600 endam beşdar dibin. Di kongreyê de ji bo Meclisa Partiyê 51 endam bêne destnîşankirin.

Piştî kongreyê Meclisa Partiyê di nava xwe de Komita Rêvebir û sekreterê partiya nû destnîşan dike.

 Navê Partiya nû Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriye be.

 

 

Back to top button