Polîtîk

Partiya Demokrata Kurdistana – Sûriye ava kirin

Berî nîvroya îro yekşem 13.10.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî hevbeşa çar hizba li nav yekîtiya siyasiya Kurd li Sûriye kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ku ji Sekreter û Nûnerên Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî) û her dû Partiya Azadiya Kurd li Sûriye û Hizba Yekîtiya Kurdistanê pêkhatibûn, Serok Barzanî li biryara pêkanîna kiyanekî nû ya siyasî agahdar kirin ku ji van çar partiyên Rojavayê Kurdistanê pêktê. Navê wê Partiya siyasiya yekgirtî û hevbeş (Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriye) dibe û armanca serekiya vê biryarê zêdetir hevdû nêzîkirina aliyê Kurdiyên Sûriye dibe. Beşdarvanên civînê eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku yekgirtina çar partiyan û pêkanîna vê partiya nû hevbeş dibê sedema bihêztir bûna Encumena Nîştîmaniya Kurdî û sedemek jî dibê ji bo wê yekê doza rewaya Kurd li Sûriye berev pêşve biçê.

Her li vê civînê de Serok Barzanî pêşwaziya vê hengavê kir û hêvî xwest ku ev yekgirtin bibê sedema bihêztirbûna pêgeha Kurd li Rojava û ragihand siyaseta Herêma Kurdistanê li beranber Rojavaya Kurdistanê eweye ku aliyê Kurdiyên Rojava hevdû nêzîkbibin û gotareke hevbeşa neteweyiya xwe hebê û nav mala Kurd li vê beşa Kurdistanê da bê rêkxistin. Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ewê li paşaroja Sûriye ji bo me cihê girîngiyê ye eweye ku Sûriye ya paşarojê Sûriyekî demokratî û fireh alî bê û mafê gelê Kurd û hemû pêkhatan mîsoger bibe.

Back to top button