Partiya Davutoglu di çend rojan de tê ragihandin

Partiya u serokwezîrê bere Ahmet Davutoglu damezirînê, di van rojan de eşkere dibe. Davutoglu ji bo serastkirinên dawî di bername û peyreva partiya nû de bike û herweha ji bo nav û logoya partiye eve du rojin li bajarê Boluyê di kampê de ne û berfireh awayê rêxistina û bernameya partiya nû gotubêj dikin.
Lig gora agahdariya herî dereng 15 rojan de partî tê ragihandin. Biryar ewe ku 130 damezerên partiye hebin. Din nava damezerên partiya nû de ne tene kesên ji AKPê veqetiyayîn hene, hinek kesên ji CHPê, MHPê û HDPê jî hene.
Siyasetmedar û rojnemevan Ethem Mahçupyan jî din nava damezerê partiye de cih digre. Lig gora Mahçupyan dide xûyakirin , di nava partiye de, ji HDPê yên wek M.Ali Aslan û Muslum Dogan jî cih digrin. Din nava damezirên partiye de 25 jin, 25 ciwan ji rêxistinên Alewiyan jî 5 kes cih digrin.
Davutoglu li gel kesên ku di nava damezerên partiye de cih bigrin li bajarê Boluyê du roja civiya. Hemû amadevanî ji bo ragihandina partiye hatine kirin , tene ji bo nav û logoya partiye dê civînek din bête li darxistin.