Partiya Be´s a Tirkiye CHP ye

Partiyek bi navê CHF roja 9ê Êlûna 1923 li komara Tirkiyeya Nû hatiye avakirin. Lê demek şûnde navê wê kirine CHP (Partiya Komara Gel).
Hîmdarên wê partiyê Mistefa Kemalê Makedonî û çend hevalên wî yên ji Selanîkê bûne.
Dema Mistefa Kemal bûye serokê dewletê jî, ew roj nehiştiye ku parlemanên dijber werin dengdanê.
Ji 1925 hetanî 1938, Mistefa Kemal û Îsmet Paşayê Ermenî, Bakûrê Kurdistanê wêran kirine û kevir li ser kevir nehiştine.
Piştî 1938an jî, Mistefa Kemal 8 dadgehên Îstiqlalê yê gerok ji cendirmeyên siwarî ava kirine û li hemû herêmên Kurditanê geriyane, kurdekî xuyanî li kurê hebûya, bi ”dostanî” ji gund derdixistine û kuştin.
Mistefa Kemal ferman dabû wan 8 ”dadgeh”an ku her 15 roj carekê lîsteya kesên ku hatine kuştin, bo wî bişînin. Wekî din çû belge û îfade li holê nehiştine.
Mistefa Kemalê ku xwe kir ATATURK, bi qanûneke taybet destûr dabû karmendên dewletê ku ew li herêmên kurdnişîn çi bikin, seza bo wan tune.
Piştî sala 1950î çendî ku ew partî (CHP) ji desthelatiyê daketiye jî, lê sîstema ku wê danîbû, ewqas hikûmt hatine û çûne jî, kesî nikaribû wê sîstemê sist bike. Ha wisa ew sîstem hetanî sala 2010an domandiye.
Lê piştre hin bi hin ew sîstem sist bûye, derfet çêbûne ku xelkê Tirkiyê xasma jî Kurd karibin bi zimanê xwe bipeyivin û karibin xwedîtî li diyaneta xwe jî bikin.
Di van salên dawîn de derketiye holê ku Be´s partiya ku li Îraq (1951) û li Sûrî (1963) avabûne, di bin serweriya CHP ya Tirkiyê de li jiyana xwe domandine. Herweha wan herdu partiyan, hovîtiya ku li Kurdan kirine jî, eynî kopiya CHPya tirkî bûye ku li Kurdên Bakûr kiriye. Wek mînak: Gundên Kurdan vala kirine û şewitandine, di warê aborî de Kurdan lawaz kirine, sêpiyên xeniqandinê hertin lidar bûne, keç û jinên Kurdan ji xwe re wek cariye birine, gelek zilamên Kurd birine ji xwe re wek kole bikar anîne û gelek herêmên kurdnişîn ji bo mirovan qedexe kirine û gwd.
Nimûneyeke eşkere bi gotina Aldolf Hîtler jî wehşet û hovîtiya CHP ya tirkî diyar bûye:
Dema komkujî li Cihûyan kirine, gotiye serleşkerên xwe: ”Çewa Tirkan Ermen û Suryan û Kurdên Êzîdî kuştine, hûn jî wisa Cihûyan bikujin.”
Ji van rewşan diyar dibe ku Partiya Be´s li Îranê jî hebû, lê zêde eşkere nebûye.
Îro jimara xelkên ku li Tirkiyê dijîn li dora 85 milyonî ye. Tê gotin ku li Tirkiyê 3 milyon Tirk (Terekeme û Turkman) hene. Ji bilî Neteweyê Kurd, Laz, Çerkez, Abaza û Pontusan, ên din hemû devşîrme ne û bi navê ”îslam”ê piştî hilweşandina Împeretorya Osmanî hatine li Anatoliyayê bi cih bûne.
Bi gotineke kurt ku bête gotin ev e: Mamosteyê Be´sa Îrak û ya Sûriyê, CHP ya Tirkiyê ye.
Heke lêkolîneke berfireh li ser CHP ya Tirkî çêbibe, wê hemû dekûdolabên hovane ku li Kurdan û li xelkên din ên li Tirkiyê kirine, zelal bibin.
08/ 04/ 2025
Ejder Bêwar