Polîtîk

Parstin bi zimanê kurdî dibe yasa

Duh civata wezîra ya Tirkiye di serokatiya Erdogan de civîna xwe pêkanî. Piştî civînê cîgirê serokwezîr Bulent Arinc di derbarê biryarên civînê de agahdarî da medyayê.

Arinc behsa greva birçîbûnê ya girtiyên doza KCK-ê jî kir û got: Eve 54 car rojên gireva birçîbûnê berdewam dike. Ji bo daxwaziyên tên kirin hevce nine ku bikevin gireva birçîbûnê de. Dikarin daxwaziyên xwe bi rêya partiyên di parlementoyê de bigihînin parlementoyê.Em niha dizanin daxwaziyên wan çine.

Herweha  Arinc got ku ji bo di dadgehan de bi zimanê kurdî parastin bê kirin em amade bûna yasayî dikin û Erdogan di vê derbarê de ferman daye wezîrê dad.

Wezîrê Dad Saadetin Ergin jî da xuyakirin ku heftiya pêşîya me de teklifa yasayê digihînin parlementoyê û guhertina qanûnî ya ku rê li parastina zimanê kurdî vekê dê bê amade kirin.

Back to top button