Parlementoya Kurdistanê de bi Tirkmenî sund xwarin
Civîna yekem ya Parlementoya Kurdistanê pêkhat û parlementerên ku nû hatîn hilbijartin sund xwarin. Di dema sundxwarinê de du parlementerên Turkmen bi zimanê xwe Turkmenî sund xwarin. Parlementerên Turkmen Aydın Maruf û Muna Kahvecî, dema derketin û sund xwarin bi zimanê xwe sund xwarin.
Muna Kehvecî
Wek her parlementerî ji wan re jî li çepka dan. Kesek ev rewş wek tiştek cuda ne nirxand û her li Kurdistanê behsê jî nehat kirin.
Ji ber ku ev mafek wan yê rewa bû. Herkesek zimanê xwe bi serbestî kar tîne û kesek jî ji vê yekê aciz nabe.
Ji aliyek din ve ev yek delîle ku, dema mirov rêzê li hev û ziman û kulturên cuda bigre , her tiş hesanîtir dibe. Ev nîşanek herî ber bi çav ya hevrejiyanê ye.
Xwezî ev çanda hevrejiyana ku li Kurdistanê heyî, li Tirkiye, Îranê û Suriye jî hebûya û serê xelkê de ev yek ne wek pirsgirêkî bihata dîtin.