Parlementoya Ingiltere dijê oprasyona Suriye derket
Hukumeta Ingiltere van rojên ku pirsa midaxeleyek leşkerî li dijê Suriye hatî rojevê, daxwaz ji parlementoya welatê kir ku ew jî beşdariyê operasyonek leşkerî li dijê Suriyê ku bê kirin de cih bigrin.
Li ser vê daxwaz a hukumetê parlemento civiya .Lê parlementoya biryara hukumetê pesend nekir û beşdarbûna hukumeta Ingiltere ya operasyonek leşkerî li dijê Suriye qebûl nekir.
Di dengdana parlementoyê de 272 parlementeran pişgiriya biryara hukumetê kir, lê li himber vê 285 parlementeran dijê biryarê sekinîn û biryar nehat qebûl kirin.
Niha midaxeleyek leşkerî li dijê Suriye ji bo karanîna çekên kîmyawî di rojevê de ye. Taybetî Amerîka û Fransa pêşkêşiya vê yekê dike û hukumeta Ingiltere jî bi germî pişgiriya vê pirsê dikira.
Piştî biryara parlementoya Ingiltere Washington da xuyakirin ku ewê diyalogê li gel hukumeta Ingiltere di vê derbarê de berdewam bikin.
Lê her demî parlemento dikare vê biryarê biguherê. Ji ber ku sedeme herî mezin ya dij derketina biryara hukumetê ew bû ku, hêja çavderên YN li Suriye lêpirsînê diki. Ji bo vê nabê biryarek bi vî awayî ji bo operasyonek leşkerî bête dayîn.