
Parlementoya Ewropa di civîna xwe de Tirkiye şermezar kir. Ji bo tevgera Tirkiye li rojhilatê Behra sipî û serdana serokkomarê Tirkiye ya Qibrisê li devera Maraşê Tirkiye şermezar kir. Herweha daxwazi ji Konseya Yekitiya Ewropayê kir ku li himber Tirkiye helwestekî bigre û ambargoyekî deynê ser Tirkiye û wan ceza bike.
Parlementoya Ewropayê dide xûyakirin ku, eve 46 salin devera Maraşê li Qibrisê girtiye û bi tenê biryarek hevbeş dikare Cardin vebe û bi awayekî jiyan li deverê destpê bike. Lê Tirkiye bi yek alî hewla vekirina deverê dide û ev yek dibe sedemê aloziya.
Di parlementoya Ewropa de dema dengdan çêbûyî,631 parlementerî ji biryara şermezarkirina Tirkiye re gotin erê.3 parlementer li dijê biryarê derketin û 59 parlementer jî bê deng man.
Roja 10-11/12/2020ê Konseya Yekitiya Ewropayê dicive û vê biryara parlementoyê dinirxîne û di derbarê Tirkiye de biryarekî dide.