Polîtîk
Parlemento ji bo erêkirina hukumeta nû deng dide
Roja 10.7.2019ê Parlementoya Kurdistanê dicive û ji bo bawermendiya hukumeta nû ya herêma Kurdistanê deng dide. Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemû parlamantaran dike, di rûniştina roja 10ê Tîrmehê de amade bin, bo tê de bawerî bi hikûmeta nû were dayîn.
Li gor Serokatiya Parlamentoyê, daxwaz ji hemû parlamanteran dike, demjimêr 11:00 ji roja 10ê vê mehê di rûniştina asayî a hejmara (13) de amade bin.
Herwiha di karnameya civînê de hatiye, roja Çarşemê 10ê vê mehê bawerî bi Serokwezîr tê dayîn û Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û wezîr sûnda yasayî dixwin.
Di wê civîna Parlamentoya Kurdistanê de dê xalên giştî yên bernameya karê hikûmeta nû ya Kurdistanê ji aliyê serokwezîrê nû ve bê xwendin.