Polîtîk

Parlementerên Kurdistanê li Japonê behsa şer kirin

Şandekî Kurdî li Japonê li çend navendekî wan welatan da behsa berengariya Kurd û berperçdana Da’îşê dikin.

Umêd Xoşnaw Serokê Lîsta PDK li Parlemena Kurdistanê û endamê şandê bi malpera fermî ya PDK ragihand: “Li gel şandekî Herêma Kurdistanê me serdana Japon kiriye. Li yekem qonaxa serdana me da, li Parlemena Japonê da me behsa ezmûna Kurdistanê û şerê Da’îşê ji bo komek Parlementer û siyasetmedar û nûnerên partiyên wî welatî kir.”

Umêd Xoşnaw got: “Behsa rola welatê Japon û kompanyayên wî welatî me kir ku li binyatnana Herêma Kurdistanê de role xwe hebûye û me daxwaz kir welatê Japon û kompanyayên wî welatî rola zêdetir bibînin û karên xwe pêş bixin û serdana Kurdistanê bikin.”

Serokê Lîsta PDK li Parlemena Kurdistanê, li ber çavê dezgehên ragihandinên Japonê, ronahî xistine ser dîroka Kurdistanê û ezmûna wê ya demokratîk û eve jî ji bo wan rûn kirine ku çawa xelkê Kurdistanê berengarî Da’îş bûne.

Back to top button