Parlementerên BDPê dest bi greva birçîbûnê kirin
Du Parlementerên BDPê li Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger kirin. Endamê Meclîsa Daîmî a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlementera Wanê Ezdal Uçer û parlementera Amedê Emîne Ayna, bi armanca piştgirî dayîna çalakgerên ku 58 roj in di greva birçîbûnê de ne, dest bi grev birçîbûnê kirin.
Ji 12ê Îlonê vir ve, çalakiya greva birçîbûnê a bi hezaran girtiyên PKK û PAJKê dewam dike. çalakiya ku bi 63 kesa destpêkir, dûra gihaşte zêdetirî 700 girtiyan. Herê dawî, di serîvê heftê, bilî girtî û mehkumên nexweş, extiyar û zarok, hemû girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê, ku hejmara wan nêzika 10 hezarî ye, dest bi greva birçîbûnê kiribûn.
Çalakger bi vê çalakiyê dixwazin ku dewleta Tirkiyê, tecrîda li ser Ocalan rake, mafê xweparastina bi Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî qebûl bike, ev çalakiya dane destpêkirin.
Parlementer Ozdal Uçer diyar kiriye ku, wana wek endamê Meclîsa Daîmî a KCDê dest bi greva birçîbûnê kirine û heta daxwaziyên çalakgerên di greva birçîbûn de ne neyên qebûl kirin, wana wê çalakiya xwe bidomînin.
Du parlementerên BDPê yên girtî Faysal Sariyildiz û Gulseren Yildirimê jî çend hefta berê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.