Parlementerê Ermeni daxwaza naskirina qirkirinê dike
Li ser qirkirina Ermeniyan ji aliyê Osmaniyan ve tam sed sal derbas bûn.
Ermenî her heweldidin ku welatên cîhanê vê qirkirinê (Jenosid)nas bikin.
Bi hewldanên lobiya Ermeniyan heta niha 21 welatî qirkirina Ermeniyan nas kiriye. Lê heta niha dewleta Tirk bi israr vê yekê qebûl nake û heta dewletên ku jenosida Ermeniyan nasdikê re pêwendiyên xwe kêm dike û helwestek siyasî datine.
Bê guman gelek minaqeşeyên cur bi cur li ser qirkirina Ermeniyan hene.
Lê qirkirina Ermeniyan, Asuriyan, Kurdan ji aliyê Dewleta Tirk ve gelek zelal e.
Li Başûrê Kurdistanê parlementerê Ermenî ji serokatiya parlementoya Kurdistanê daxwaz kir ku jenosida li dijê Ermeniyan ji aliyê Parlementoya Kurdistanê bi fermî bête naskirin.
Niha zêdeyî 3 hezar ermeni li Başûrê Kurdistanê li devera Zaxo dijîn.
1359