Parlementera berê ya HDPê li Yunan doza penaberiyê kir
Parlementera berê ya HDPê ya bajarê Şirnexê Leyla Birlik li Yunaistanê doza penaberiyê kir.Li gora nûçeya BBC berpirsên hukumeta Yunan doza penaberiyê ya Leyla Birlik piştrast kirine û Leyla bi rêyên ne yasayî derbasî Yunaistanê bûye.Leyla Birlik li bajarê Aleksandropolis hêviya bersiva dezgehê benaberan ya Yunane.Parlementerên berê yên HDPê piraniya wan di hilbijartinan de neketin lîsteyê û nehatin hilbijartin. Hinek ji wan derketin derveyê Tirkiye û li welatên Ewropayê doza penaberiyê kirin û hinek jê di girtîgehan de û têne dadgeh kirin.Tê zanin ku di hilbijartinan de piraniya parlementerên hatin hilbijartin yan Tirkin û yan jî yên kurd ji kurdeyatiyê dûrin. Veca rewşek weha de dema yên kevin tên girtin û direvin derveyê Tirkiye biçek bê jî balkêşe.