Polîtîk

Parlementera berê a PE'yê Feleknas Uca hate binçavkirin

Parlamentara Alman a resen Kurd a berê a Parlemena Ewrupa (PE) Feleknas Uca, li Stenbolê, li balefirgeha Ataturk hate binçavkirin. Li gorî agahiyan, Feleknas Uca bi xwe re 248 qutuyên wîtamîna B1 a bona çalakgerên di greva birçîbûnê de ne anîne û bi hinceta “qeyda qutuyên wîtamîna B1 tinebûye” hatiye binçavkirin.

Feleknas Uca, birine Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Organîze û Qaçaxtiyê û li wira ku kirarî temam kirine şûnda, Uca şandine Şaxa Têkoşîna Bi Terorê re (TEM). Feleknas Uca, niha li Gerînendetiya Ewlehiya Stenbolê a li semta Fatîhê, li TEMê tê girtin.

Tê payîn ku Feleknas Uca, îro sewqa Qesra Edaleta Stenbolê a li Çaglayanê bê kirin.

Dîsa hat îdia kirin ku dozgeriyê, ji bo Uca 2 roj maweya lêpirsînê a binçavkirinê daye.       

Back to top button