Parlementer gileyiyên li ser Elawî didin dadgehê
Parlemena Iraqê daxwaza li ber girtina “rêkarên yasayî yên bi lez” beramber Elawî dike
Piştî wê yekê ku Mihemed Elawî Serok Wezîrê raspardiyê Iraqê beşek ji Parlementeran bi hewldana ji bo şikest pê anîna hikûmeta wî “li beramber wergirtina pereyan da” tometbar kir, fermangeha yasayî ya Parlemen ji Dawakariya Giştî dixwazê rêkarên yasayî beramber Mihemed Elawî li ber bigre.
Li gor wê daxwaziya pêşkêşî Dawakariya Giştî hatiye kirin û îmzaya Sebah Cume Birêveberê Fermangeha Yasayî ya Parlemena Iraqê li sere dibêje: “Mihemed Elawî Serok Wezîrê Raspardî li twitera xwe de nivîsiye: “Hewlek heye ji bo şikest pê anîna derbaskirina hikûmetê ji aliyên nûneran ve li beramber wergirtina pereyekî zêde da”.
Daxwazê ji Dawakariya Giştî ya Iraqê dikin rastiya axaftinên Elawî ji bo raya giştî eşkere bike û beramber wê daxuyaniyê rêkarên yasayî li ber bigrê. Eve jî li gor maddeya 111 ya sala 1969 bike.