Cîhan

Berpirsê Mossadê û Serokê Hamasê li Qeterê civiyane

Berpirsê Mossadê Kohen, xwest li gel Meşalê Serokê Hamasê li Qeterê hevdîtinek pêkbînin.

Avigdor Lieberman Wezîrê Berevaniya Îsraîlê li hevpeyvîneke televizyona kanal 12 ya Îsraîlê de eşkere kir ku Yossi Kohen Berpirsê Mossad(Enstituya Operasyonên Taybetî û Zanyariyên Îsraîlê) xwest li Qeterê li gel Xalid Meşal û serkirdeyên dinên Hamasê hevdîtinek encam bide, lê ev hevdîtin pêknehat.

Lê belê li gor nûçeya rojnameya Haaretz ya Îsraîlî Lieberman, Kohen û Fermandeyê Gazze û Eniya Başûr ya Artêşa Îsraîlê û Herzi Halevy Berpirsê Operasyonên Leşkerî ji aliyê Serok Wezîr Binyamin Netanyahu ve bi taybetî ji bo Qeterê hatine şandin û li wir hevdîtinan encam dane. Her wiha Lieberman dibêje Qeterî û Misrî dijî Hamasê ne, lê Netanyahu bûye pasevanê Hamasê û ji Qeter û Misirê dixwaze ku alîkariya maddî ya Hamasê bikin.

Her wiha Lieberman siyaseta Netanyahu wekî radestbûna terorizmê bi nav dike.

 

Back to top button