Polîtîk

Parlementer bêzarin lê civîn heta berê sibehê berdewam dikin

Enqere – Civînên parlemetoya Tirkiye ji bo guhertinên destûrê berdewamin. Civîn dibin cihê gengeşeyên tund û gelek caran serokê parlementoyê mecbûr dibe ku, civînê disekinîne. Partiyên muxalefetê, CHP û MHP ji bo astengan di rêya pêşvebirina civînê de çêbikin bi hemi awayî hewldidin û dibin sedemê ku gengeşe dirêj dibin. Mixabin gelek caran BDP jî vê yekê dike.

Şevîdin madeyek girîng madde 8-ê hat qebûlkirin. Ev madde li ser girtina partiyan e. Ev madde girtina partiyan gelekî zehmet dike. Heta girtina partiyekî  li gora vê guhertinê, dê hêdî ne mimkin be. Qebûlkirina vê maddê  bi 337 dengan çêbû. Piraniya parlementerên BDP-ê dengê xwe kar neanîn û ne li parlementoyê bûn. Tenê çend parlementerên BDP-ê deng dan ,lê ne diyare ka dengên xwe çewe dane.

Di vê destûrê de hinek madde gelek girîngin. Madda  ku girtina partiyên siyasî zehmet bike heta bi awayekî ji holê rake, ji bo BDP-ê gerek gelek girîngtir be. Ji ber ku gelek caran ev partî hatiye girtin û di şûnê de partiyên din hatine vekirin. BDP bi xwe jî piştî girtina DTP-ê hate damezirandin. Ji bo girtina partiyan, Tirkiye wek qebristana partiyên siyasî tê nirxandin. Lê di vî warî de helwesta parlementerên BDP-ê balkêşe.

Dixweyê hêjî  Ak-Partî  hewl dide ku li gel BDP-ê, di derbarê van guhertinan de hevkariyekî bike. Lê hêjî ne kifşe ka gelo dê çi bibe.
Parlemento heta berê sibehê kar dike û gelek parlementer bê zar bûne. Serokwezir Erdogan bi xwe ji bo guruba partiya xwe zindî bihêle di destpêka civînan hate berê sibehê li parlementoyê dimîne.

Rojevakurd

Back to top button