Polîtîk

Parlemena Kurdistanê yekemîn Serokê xwe bi bîr anî

Parlemena Kurdistanê yekemîn Serokê Parlemena Kurdistanê bi wêneyên fotografî bi bîr anî û îro sêşem 21 ê nîsanê li avahiya Parlemena Kurdistanê, li bin çavdêriya Dr. Yusif Mihemed Sadiq Serokê Parlemena Kurdistanê û bi amadebûna Serok û Cîgir û Sekreter û Parlementerên Kurdistanê, pêşangehekî fotografî ji bo Cewher Namiq Salim yekemîn Serokê Parlemena Kurdistanê vekir.

Li pêşangehê da ku berhemê fotografer Mehmud Hewlêrî bû, komek wêstgehên girîngê Cewher Namiq Salim têda hate pêşandan ji qonaxa xortanî heta qonaxa Parlemenî û wêstgehên cûda cûda heta rojên dawiya temena wî ya li nexweşxaneyê hatibûn pêşandan.

Fotografer Mehmud Hewlêrî di derbarê pêşangehê de got: “Ev pêşangeha fotografî komek ji wêneyên girîngên Kak Cewher Namiq Salim têda hate pêşandan, wêneyên li serdema xortanî heta serdema Pêşmergayetî û Parlemeniyê bûn ku zêdetirê wêneyan min girtibûn. Spasî Serokê Parlemen û Cîgirê Serok û Sekreterê Parlemen û Parlementeran û Fermanberên Parlemen dikim ku beşdariya vekirina pêşangehê kirin.”

Di derbarê armanca pêşangehê jî got: “Hêvîdarim eve wefayekî taybet bê ji bo yekemîn Serokê Parlemen ku xemxurê Parlemen û Kurdistan û serbixweyî ya Kurdistanê bû.

Back to top button