Cîhan

Parlamentoya Ewropayê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ qebûl kir

Di çarçoveya ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ ya Parlamentoya Ewropayê de armanca ew e ku rojnameger li hember zext û çavdêriya siyasî bên paraztin.

Parlamentoya Ewropayê “Qanûna Azadiya Çapemeniyê” ya nû, ku ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hatiye amadekirin û bi armanca paraztina rojnameger û saziyên çapemenîyê li hember destwerdanên siyasî û aborî, qebûl kir.

Zagona ku di Îlona 2022an de ji aliyê Komîsyona YE ve hatibû pêşkêşkirin û di lûtkeya serokên YE ya di dawiya sala 2023an de hatibû qebûlkirin, li Lijneya Giştî ya PE ya li Strasboûrgê jî hat nîqaşkirin.

Di dengdana roja Çarşemê de rêziknameya nû ya azadiya medyayê bi 307 dengan li hember 92 dengan hat qebûlkirin.

Li gor MA yê 65 parlementer ji dengdanê dûr ketin. Armanca qanûna nû paraztina rojnamevanan, têkoşîna li dijî desttêwerdana siyasî û di derbarê xwedîderketina dezgehên ragihandinê de xurtkirina şefafiyetê, û her weha rêlibergirtina çavdêriya keyfî ya rojnamevanan e.

Di qanûnê de paraztina nepeniya rojnamevanan, çavkaniyên wan û qedexekirina bikaranîna sîxurtiya li dijî rojnamevanan heye.  Ji bo ku qanûn bikeve meriyetê divê ji aliyê parlementoyên netewî yên 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ve bê qebûlkirin.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) bi dengdanê xwêfxweş bû û piştgirî da biryara PE yê.

Back to top button