CîhanRojev

Parlamentoya Belçîkayê ji bo naskirina komkujiya kurdên êzdî de dicive

Parlamentoya Belçîkayê 15ê vê mehê ji bo mijara nasîna komkujiya Êzidiyan weke jenosîd, dicive.

Beriya niha di 6ê Tîrmehê de Lijneya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî nas kiribû û di pêngava duyem de jî di 15ê Tîrmeha 2021ê de Parlamentoya Belçîkayê dê li ser vê mijarê bicive û tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidî bi awayekî fermî weke jenosîd nas bike.

Hêjayî gotinê ye ku di destpêka vê mehê de Parlamentoya Holandayê jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî nas kir û heta niha 15 welat û rêxistinên cîhanî bi awayekî fermî jenosîda Êzidiyan nas kirine.

Back to top button