Cîhan

Parlamantoya Swêdê şopandina e-mail û telefonan qebûl kir

Parlamantoya Swêdê şopandina e-mail û telefonan qebûl kir

Parlamantoya Swêdê bi piraniya dengan biryara şopandina e-mail û telefonan li Swêdê qebûl kir. Parlamentoya Swêdê, 2 vê mehê,  bi erênî deng da bo rênmayîyên (talîmat) derbarê depokirina agahîyên telefon û înternetê, bi 233 dengên alîgir hember 41dengên dijber û herweha 19 dengên daxistî. 

Ev dengdan tê bi wateya ku dê mecbûrî bibe bo șirketên telefon û înternetê di hindirê șeș mehan de hemû agahdarîyên derbarê; bê kî telefon kirîye, yan e-post û bo kê,  bo ku deverê û kîjan demê șandîye li ba wan bên komkirin û tomarkirin

Back to top button