Cîhan

Paris Hilton li Mekkeyê dikan vekir

 

paris hilton,twitter,mekke,aksesuar,çanta,mağaza,açılış,islam,müslüman
 
Paris Hiltona navdar, vê carê çû dikana çeltik û qondere û tiştên rewşê li bajarê Mekeya pîroz vekir. Ew bajarê ku Cîhana Îslamî bo xwe pîroz didêrîne, niha jî Paris Hilton xanim dê çeltikên zilam û jinan,  qondere û tiştikên rewşê bifiroşe wan.

Li ser vekirna dikanê li bajarê Mekeyê, bêzîtiyeke mezin ji aliyê xelkê ve hatiye hilavêtin.

Çewa ku tê zanîn Paris Hilton xulpoqa rêzeya dikanên xwe ya berî ya li Mekeyê vekir, di sala 2009an de li Dubaiyê vekiribû û rexbeteke mezin jî dîtibû.
Paris Hilton bi xwe neçûye şahiya vekirna dikana xwe ya li Mekeyê, lê wê bi riya Twitteyê peyam ji gelek nas o dostên xwe re hinartiye.

Bisilmanan vekirna dikana Paris Hiltonê wek heqaret ji bisilman re pejirandiye. Lê belê wek mesela ku dibêjin “Bûk bi dilê zavê ye û ev pitpita xelkê bo çi ye?” desthelatiya Erebistana Seûdî jî destûr ji bo vekirna dikana Paris Hilton xanimê daye, êdî xeberdana bisilmanan jî bê sûd maye.

Rojeva Kurd

Back to top button