
Ferhad Etruşî Parêzgerê Dihokê di civîneke rojnamevaniyê da behsa rewşa Dihokê kir û rêkarên dawî yên parêzgehê yên ji bo qedexeya hatin û çûnê ragihandin.
Ferhad Etruşî Parêzgeha Dihokê diyarkir ku ji niha de li otel û motel û cihên diyarkirî ji bo karantînekirinê, cihê xelkê nemaye û divê xelk alîkarbin û got “Daku karubarên karmendên tendirûstiyê û hêzên emnî ya ji bo kontrolkirina haletên niha peyda bune û destnîşankirina wan kesên berketinê kirine, wê qedexeya hatin û çûnê ji bo 24 demjimêran li parêzgeha Dihokê bê dirêjkirin. Spasiya wan sermayedar û dewlemendan dikîn ku alîkar bûn li gel parêzgeha Dihokê ji bo radestkirina otêlan bo karantînkirina xelkê. Niha rewşa parêzgeha Dihokê xerape û zexteke zêde li ser zalgehan heye”