Parêzgarê Nînowa, piroseya serxwebûna Kurdistan û pêkanîna rapirsiya giştî li Kurdistanê bi mafê rewa yê gelê Kurdistanê dizane û amadebûna xwe jibo alîkariyê di vî warî de ragehand. Parêzgarê Nînowa Nofel Sultan piştî beşdarbûna wî di civîna rêkxistinên ne hikûmî di daxuyaniyek taybet de jibo BasNews derbarê piroseya serxwebûna Kurdistanê ragehand: “Serxwebûn mafekî rewa yê hemû neteweyan e, Kurd jî neteweyekin, ti gotina me li ser vê mijarê nîne, lêbelê em amadene alîkariyê jî bikin.” Derbarê navçeyên Kurdistanî dervî îdareya Herêma Kurdistanê û navçeyên deşta Mûsilê jî got: “Em amade hemû alîkariyê bikin, bila tiştê ji wan re baş ew biryara xwe li ser bidin.”
Pêş
04/07/2025
Berdevkê PKKê ragihand: Merasîma çekberdanê dê di 10-12ê Tîrmehê de li Silêmaniyê were lidarxistin
03/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyoza Fînlandayê kir
Balkêş e ?
Close - Çekên PKK radest bikê, dê bêne şewitandin03/07/2025