Cîhan

Parêzgarê Hewlêrê û Îmamoglû li Parisê hatin cem hev..

Ji bo xurtkirina peywendiyan Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Îmamoglu jî Xoşnaw vexwend.

Waliyê Hewlêrê Xoşnaw û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglu di çarçoveya Lûtkeya Şaredaran a ji bo Veguheztina Ekolojiyê ya ku ji aliyê Şaredariya Parîsê ve hat lidarxistin de hatin cem hev.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di civînê de behsa pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û herwiha peywendiyên navbera Hewlêr û Stenbolê hatin kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Umêd Xoşnaw Îmamoglu vexwendiye Hewlêrê û Serokê şeredariya Stanbula ya Mezin Îmamoglu jî parêzgarê Hewlêrê Xoşnaw vexwendiye Stenbolê û wiha got: “Herdu aliyan vexwendnameyên hev qebûl kirin û diyar kirin ku divê peywendiyên di navbera her du welatan de zêdetir pêşbikevin. ”

Back to top button