Cîhan

Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e

Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq Haşimî vekirin.

Li ser vê pirsê, li gor hindek çavkaniyan,  serokwezîrê Tirkiyarê Receb Tayb Erdogan ji wezîrê xwe yê karên derve Ehmede Dawudoglu re gotiye ku peuwendiyê bi Tariq haşimî re bike û wêpeyamê bigehîne Haşimî herdema jiyana wî ket di xeterê de  deriyên Tirkiyeyê jê re vekirîne.

Dawudoglu jî li ser fermana Erdogan peywendî bi Tariq Haşimî kiriye û peyama Erdogan gihandiye Haşimî

Li ser vê meseleyê rojnamevanê tirk Elî Îhsan di nivîseke xwe de ku li Olay Medya weşandiye, dibêje ku Nurî Malikî serokwezîrê Tirkieyê dixwaze bi rêya Tariq Haşimî Tirkiye tawanbar bike û li ber çavên şîyan reş bike:

Ew xwîna îro li Îraqê dirije, bê guman, piştî demeke din dê bigihe Tirkiyeyê jî, û piştî demeke din, di vê meseleyê de, Tirkiye û Îran dê rû bi rûye hev bin.

Rojnamevanê navborî dibêje ku ji nuha û pê de dê li Îraqê zêdetir xwîn birije û Îranî jî zîdetir êrîşber dibe.

Back to top button