CîhanRojev

Pararastina herêma Kurdistanê erkekî niştimani ye

Xebata bo bidestxistina mafên netewî û rizgarîya Kurdistan xwedî dîrokek dirêjêkû di pêvajoyê dê xelkên Kurdistanê pir caran karesat ditîne û gelek qurbanîdayine.

Cihê șanazî û serbilindîyê ye kû xebata milletê kurd di van bîst salên dawîyê deû ni taybet li Bașûre Kurdistanê gihiștîye qonaxek dîrokî. Hebûna îradeya meșruya netewî û sîyasî wek giringtirîn destkeftîyên xebata demokrasî û azadîyaserdema nû ye.Sistema Federal li Iraqê û pêşveçûnên aborî, civakî û siyasî li HerêmaKurdistanê xofek mezin peyda kirîye bo dewletên dagirker. Dewletên dagirkerbi her awayî astengîyan derdixin bo kû deskeftîyên li Bașûrê Kurdistanêtêkbibin.

Di rewșa îro de, berpirsîyarîya her welatparêzekî kurd li her derê parastinadestkeftîyên li herêma Kurdistanê ye.Ew jî; Rêzgirtine bo yasayên Hukumeta herêma Kurdistanê û wek welatparêzek,xizmetkirin, karkirin, pêșdebirin, avadankirin û parastina welatê xwe ye.Îradeya meșrû ya netewî-sîyasî li Bașûrê Kurdistanê, îradeya hemwelatîyênBașûrê Kurdistanê ye. Îradeya heyî, destkeftîyekê bo her çar beșên Kurdistanê ûtevaya kurda li diasporayê.Hevkarîya partîyên sîyasî Kurdistanî li Norwec (HEVKARÎ) di wê bawerîyê deye kû herêma Kurdistanê mala kurda û stara kurda ye. Parastin mala kurdagiringtirîn berpirsîyarîye bo her kurdekî li her car besên Kurdistanê û li cîhanê.

HEVKARÎ, her têwerdanên xirab li dij astî û aramîya mala kurda û rêz negirtinli yasayên hukumeta herêma Kurdistanê ,ji teref kîjan kesayet, grup û rêxistinbê, bila bê em bi tundî șermezar dikin.Em dixwazin di vê daxûyanîyê de helwesta xwe bidin xûyakirin li dij biryara parlamanaIraq ya roja 12.11.2020 kû herêma Kurdistan bê par dikê ji mafên wê yên yasayî.Wekî tê zanîn ev biryar bi tifaqa arab yên Şîe û Sunne hatîyê sitandin li dij daxwazaparlamenterên kurd kû li civînê nebeşdarbûn.

Ew biryar dide xûyakirin kû dujmin û neyarên Kurd û kurdistan, li gel hemî nakokîyênxwe di pirsgirêka Kurdan de bi hev re helwest digrin.Bo vê çendê pêwîste gelê kurd bi kesayet, partî û rêxistinên xwe, li gel hev helwest bigrin li hember dijminên û neyarên Kurdistanê da kû bikaribin pirsgirêkên heyî bidialog çareserbikin.Bi hêvîya azadî, aştî û Serxwebûnî Kurdistan

14.11.2020

Komîteya HEVKARÎ

(Komîteya Hevkarî ya partîyên sîyasî Kurdistanî li Norwec)

Back to top button