Paradoksa dijberên serxwebûnê
Cemal BATUNSerxwebûna neteweyî; di rojeva cîhanê de wekî mafê mirovî yê herî bilind tê nirxandin. Ew wekî bîngeha wekheviyê di navbeyna neteweyan de, herweha bîngeha wekheviyê di navbeyna mirovan de tê pesinandin. Di peymanên navneteweyî de: biryar ji bo çarenûsa pêşeroja xwe ji bo her neteweyî tê naskirin. Ev peymana bîngehîn ya Neteweyên Yekbûyî ye jî.Damezrandina dewleta neteweyî: îmkana pêşkeftina mirov di her qad a jiyanê de derdixe pêş. Di heman demê de mirovê bindest / neteweyê bindest ji mafê herî gerdûnî: rêya pêşkeftinê di warê jiyanê de bêpar dibe. Bi taybetî di warê bindestiyê yê Neteweyê / mirovê Kurd de ev rastî her hatiye jiyandin. Pêşeroja Kurd hatiye tarî kirin. Ji roja bûyîna xwe ve: kesayetiya Kurd, bi aloziyên/rûreşiyên bindestiyê ve berbiçav tê. Nasnameya wî/wê, zimanê wî/wê, çanda wî/wê, pêşeroja wî/wê tê qedexekirin! Kurdbûn, bi serê xwe bûye armanca êrîşên herî dijwar / nemirovane. Tevkujiyên neteweyî hemberê Kurdan hatine praktizekirin.Çareseriya rewşa kesayetiya Kurd, neteweyê Kurd, welatê Kurdistanê di rewşa serxwebûna Kurdistanê ve derbas dibe. Tenê di pergala serxwebûnê de: Kurd dikare wekî mirovek azad bijî, Kurdistan wekî welat di her warî de bibe mîsogerî/garantorê hevwelatiyên xwe, çanda xwe, aboriya xwe, dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd, hevjiyana ewle, aştiyane û bextewer…Muhatabê van daxwazên herî bîngehîn ên Kurd / Kurdistanê divê tenê dijberên welatê serbixwe yên Kurdistanê bin. Bi gotinek din, dijminên azadiya Kurdistanê, di destê yekem de jî dagîrkerên Kurdistanê û hevkarên wan bin. Mixabin, de dema me ya îroyîn de hin alî yên ku xwe wekî rêxistinên Kurd / Kurdistanî binav dikin jî, di saheya dijber a serxwebûna Kurdistanê de cîh digirin. Mixabin, herweha ev rastiyek texl e ku: ev rêxistin di pêla dijberên Kurdistanê de cîh digirin. Bi taybetî jî, Komara Islamî ya Iranê bi desttêwerdanê di nav tevgera Kurd de: pêlek weha nêzîk ji xwe re peyda kiriye! Hin rastiyên di demên dawî de derketî pêş zanîna raya giştî ew in ku: nûnerên Komara Islamî, bi taybetî ji Itilat (dezgeha istihbarat a Iranê) heta di civînên van rêxistinan li bajarê Silêmaniyê beşdarî jî kirin e! Gûman a mezin ev e ku: dijberiya serxwebûna Kurdistanê bixin rojeva Kurd / Kurdistanê de.Kurd û Kurdistan wekî her neteweyek / welatek li cîhanê xwedî mafê damezrandina dewleta xwe ya neteweyî û serxwebûnê ne. Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî, ev mafê neteweyê Kurd gihandiya platformên herî girîng ên cîhanî. Li ser mêzeyên dîplomatîk ên Washington, Bruksel, Pekin û Moskovayê jî, dosyeya azadiya Kurdistanê wekî bendek herî girîng a dema me diraweste. Herweha Serokê Kurdistanê Barzanî ji raya giştî ya Kurd de da diyarkirin ku: li tu navendan tu dewletê dijberiya xwe hemberê bidewletbûna Kurdistanê diyar nekirin e. Yên herî bi mesafe jî diyar kirin e ku: dem û konjukturek nêz de ew amade ne ku bidewletbûna Kurdistanê nasbikin.Ji hest a navneteweyî zêdetir a herî girîng ew e ku: tevger, rêxistin, dezgeh, partiyên ku bi navê Kurdayetî û Kurdistanê dane rê: li derdora daxwaza serxwebûna Kurdistanê de cîh bigirin û di vê çarçoweyê de yekîtiya xwe ya neteweyî damezrînin. Dijberiya serxwebûna Kurdistanê paradoksek e ji wan aliyên re ku xwe wekî tevgera Kurd / Kurdistanê binav dikin(!).Ger tevgerek / rêxistinek bi navê Kurdistanê dide rê. Xwe wekî nûnerê hest, daxwaz û hêviya neteweyê xwe dibîne. Rêya pêşkeftina kesayetî, civat û welatê xwe dide pêş. Ew jî: ji serxwebûna Kurdistanê derbas dibe!…Stockholm: 17 Tebax 2015______________________________