PolîtîkRojev

PAK:Em 75emîn Salvegera Damezrandina PDKyê Pîroz Dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê 75 saliya PDKê pîroz kir û bi vê minasebetê daxûyaniyek ragihandin.

Daxûyanî:

PDK di 16yê Tebaxa 1946ê de hate ava kirin û îro 75emîn salvegera damezrandina PDKyê(Partîya Demokrat a Kurdistanê) ye.

Gava ku em behsa PDKyê dikin di eslê xwe de em behsa organîzasyoneke zindî, berdewam, têkoşer dikin. PDK bi ketin û rabûnên xwe , bêyî westan ,bi sebir, bi hişmendîyeke netewî heta îro hatîye.

PDK, berdewamî û beşeke  têkoşîna azadîya Kurdistanê ya 200 salî ye.

PDK, hîmeke esasîye di avakirin û hûnandin û pêşedebirina hişmendî, hest û bîr û bawerîya netewî, niştimanî ya Kurdistanî de.

PDK aktorê Peymana Otonomîyê ya 1970yî ye.

Dewleta Federe ya  li Başûrê Kurdistanê ku îro rûmeta me hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

PDK yek ji damezranerên esasî yê vê destkeftina neteweyî, niştimanî ye.

PDK, hurmetkar û bar hilgirekî  wê Alaya Pîroz ya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû ye.

Xebata PDKyê ne bes li Başûrê Kurdistanê , herweha li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî di geş kirin, vejîn û di xwe nûkirina doza azadîya Kurdistanê de roleke dîrokî lihîstîye.

Em di wê bawerîyê de ne , jibo ku li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên sîyasî, demokratîk, sivîl û aştîyane bê çareser kirin, jibo ku gelê me bikaribe azadîya xwe, mafên xwe yên netewî, demokratîk bidest bixe, dê PDK rola xwe ya maqûl, netewî û dîrokî bilehîze. 

Em di wê bawerîyê de ne ku, PDK ji îro pê ve jî, ji bo yekitîya navxweyî ya li Başûrê Kurdistanê, jibo lêxwedîderketin û pêşdebirina hemû destkeftîyên li Herêma Kurdistanê, bi fedekarî, bi hestyarî û bi hesasîyeteke netewî, û niştimanî, bi awayekî berpirsyarane helwest û rola xwe ya heyî dê berdewam bike.

Bi van hestên xwe yên netewî , niştimanî em 75 salîya damezrandina PDKyê pîroz dikin.

Em  di 75emîn salvegera damezrandina PDKyê de rêberê gelê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanîyê nemir û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

16.08.2021

Buroya Çapemenî û Raghandinê ya PAKê

PAKê di heman demî de bi daxûyaniyekî salvegera damezirandina PDK-Îranê jî pîroz kir.

Daxûyani:

m 76emîn salvegera damezrandina PDK-Îranê Îranê pîroz dikin

PDK-Îran di 16ê tebaxa 1945ê de li Mehabadê bi serokatîya Pêşewa Qazî Muhammed hat damezirandin.

PDK-Îran(Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê) îro 76emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike.

PDK-Îran a ku li ser hîmê Komeleya Jîyanewey Kurd şax da, piştî çend mehan Komara Mahabadê ava kir û rêveberîya wê kir.

PDK-Îran eve 76 sal e hêzeke esasî ye ku têkoşîna miletê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê gihandîye roja îro.

PDK-Îran partîya Pêşewa Qazî Mihemed, partîya şehîdên nemir Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û eve 76 sal e bi hişmendî û sîyaseta xwe ya netewî, niştimanî , welatperwerane, wek aktorekî esasî li Rojhilatê Kurdistanê , doza azadîya Kurdistanê dimeşîne, barêkî bi rûmet hildigire.

PDK- Îran di têkoşîna azadîya Kurdistanê de bi hezaran şehîd û bedel daye.Lê tu carî ala azadî û têkoşînê li erdê nexistîye.

Wê Alaya Rengîn a Komara Kurdistanê gava li Mehabadê li ba dida, weke bayê azadîyê tesîra xwe li her sê perçeyên din ên Kurdistanê jî dikir.

Îro jî ew alaya ku Pêşewa Qazî Mihemed teslîmî Mele Mistefa Barzanîyê nemir kir, bi xebat û têkoşîna pêşmerge, têkoşer, xebatkar  û kedkarên doza azadîya Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî li ba dide.

Me duhî jî îro jî têkoşîna xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê her wek têkoşîna xwe dîtîye. Di vê têkoşîna pîroz de, em bi her awayî li gel xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.Û tu şika me jê tuneye ku gelê me li hemû perçeyên Kurdistanê dê azadîya xwe bidest bixe.

Em di 76emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê de rêberê gelê Kurdistanê Peşewa Qazî Mihemed, şehîdên nemir Dr Qasimlo û Dr Şerefkendî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînim.

Em bi bawerî û bi hestên xwe yên netewî, niştimanî û birayane, ji Bakurê Kurdistanê 76emîn salvegera damzrandina PDK-Îranê pîroz dikin.

16.08.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê 

Back to top button