Polîtîk

PAK û KADEP hevdîtinek pêkanîn

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Rêveberîya Navendî ya PAKê Mehmet Nuri Erdoğan roja 11.09.2015ê li Enqereyê li gel Serokê Giştî yê KADEPê Lutfi Kivanç û Cîhgirê Serokê Giştî yê KADEPê Nizamettin Maskan civînek li darxistin.Naveroka hevdudîtinê, yekitîya sîyasî û yekitiya neteweyî ya li bakurê Kurdistanê bû.Herdu alî jî di derbarê grîngî û pêwîstîya yekitîya siyasî ya azadîxwaz û demokratên Kurdistanê de mitabik bûn. Herweha jibo di vî warî de xebateke berfireh bê hûnandin herdu alîyan jî amadebûyîna xwe bilêv kirin.Heyeta PAKê û ya KADEPê, gotin, ewên ku di warê siyasî de xeta wan cuda nin jî divê yekitîyeke berfireh ya neteweyî pêk bînin.Hevdudîtina herdu partîyan di atmosfereke dostane, bi awayekî germ û berhemdar bidawî hat.11.09.2015

Back to top button