Civak

PAK pîrozbahiya 14min kongreya PDKê dike

Ji bo Mekteb Sîyasî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê

Nûnerên Rêzdar ên Kongreya 14ê ya PDKyê

Berîya her tiştî, em spasîya we dikin ku we ji bo 14emîn kongreya PDKyê (Partîya Demokrat a Kurdistanê) peyamek ji partîya me xwestine.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê), wek partîyeke Bakurê Kurdistanê, partîya we ya rêzdar wek partîyeke bira dibînin.

PDK eve 76 sal e ku li Başûrê Kurdistanê aktorekî esasî yê tevgera azadîyê ye.

PDK ya ku hişmendîya wê bi felsefe û rêbaza Ahmedê Xanî, Şêx Evdilselam Barzanî, Şêx Ahmed Barzanî, Mele Mustafa Barzanî û bi ked û xebat û dilsozî û xwîna bi sedhezaran şehîd û kedkarên doza azadîya Kurdistanê ve hatîye hûnandin; helbete ku her tesîreke xwe ya mezin li ser Bakur û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê jî hebûye.

Mele Mustafa Barzanîyê nemir, di Komara Kurdistanê ya Mehabadê da, roleke xwe ya girîng hebû. PDK jî zarokekî wê deskeftin û tecrubeya giranbuha bû.

PDK aktorê  esasî yê otonomîya 1970ê bû; di destkeftina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê da jî aktorekî esasî û sereke bû.

PDK di demeke ku bi her awayê xwe va gelekî hesas da kongreya xwe ya 14ê li dar dixe. Ji ber wê jî em baş têdigihêjin ku bar û berpirsîyaretîya PDKyê gelekî giran e, gelekî mezin e.

Em di wê bawerîya da ne ku, PDK di vê kongreya xwe da, ji bo parastin û xurt kirin û pêşdebirina destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê, ji bo yekgirtina nav mala Kurd li Başûrê Kurdistanê, dê biryarên girîng û dîrokî werbigire.

Herweha em di wê bawerîyê da ne ku, PDK, ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê li hersê perçeyên din ên Kurdistanê bi rêyên sîyasî, sivîl, demokratîk û bi dîyalogan bêne çareser kirin, dê roleke neteweyî, niştimanî bilihîze.

Em wek PAK, bi hemû hêz û kanîn û dilsozîya xwe ve alîgir û piştgir û hevalbendên destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê ne. Em vê yekê wek wazîfeyeke neteweyî, niştimanî dibînin.

Bi van bîr û bawerî û hest û hişmendîyan , em di Kongerya wê ya 14ê da serkeftinê ji PDKyê ra dixwazin.

Li gel rêz û silavên xwe yên birayane                                                           

Komîteye Birêvebir a Navendî ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê)

Polît buroya PDKê bersiva PAKê dide:

Back to top button