Civak
PAK êrîşa teroristi ya Stanbulê şermezar dike
Em êrîşa terorî ya li Stenbolê û qatîlan bi tûndî rûreş dikin Li Stenbolê, li taxa Ortakoyê, di Restaurant û Clûba şahîyê ya bi navê Reînayê de êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 70 kes jî birîndar bûne. Roja 01.01.2017, di destpêka sala nû de, di saet:01.15ê şevê de, hin kesên çekdar ên bi cilûbergên Noel Baba li Clûba a Reînayê êrîşek li ser wan kesên ku sala nu pîroz dikirin pêk anîn. Ji alîyê kê hatibe kirin jî eve êrîşeke hovane ya terorî ye. Em vê qetlîama terorî bi tûndî rûreş dikin.01.01.2017 Buroya Çapemenî Û Ragehandinê ya PAKê