Ozçelik:Hevdu qebûl kirin divê bibe bingeha siyaseta Kurdistanê
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Îzmîrê Axaft :”Kurdistan baxçê gulan e; pir rengî û hevdu qebûl kirin divê bibe bingeha siyaseta Kurdistanê’’Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 28.02.2016ê li Îzmîra bajarê Tirkîyê konfernasek bi navê ‘’Rojeva Kurdistanê û helwesta PAKê’’ lidarxist.Konferans bi beşdarîya gelek sîyasetvan û rewşenbîrên Kurdistanî û rêvber, endam û dostên PAKê yên li Îzmîrê dijîn pêk hat. Eleqeyeke germ û balkêş jibo konferansê hebû.Konferans ji alîyê xebatkara zimanê Kurdî Janya Acar ve hate pêşkêş kirin, ji alîyê Cîhgirê serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur ve hate birêvebirin.Konferans bi sirûda neteweyî ey reqib û bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpê bû.Piştre jî Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelikdest bi axaftina xwe kir û spasîya xwe jibo beşdaran pêşkêş kir.Mustafa Özçelik di destpêkê de behsa xebatên PAKê kir. Û bi giştî di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê , siyaseta nevnetewî û çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê de bîr û rayên PAKê anî ziman.Mustafa Özçelik di Konferansê de li ser girîngîya hevkarî û hemahengîya di navbera hêzên sîyasî yên Kurdistanê kir. Anî ziman ku çarenûsa Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê di dîrokêde care yekeme di vê mustewayê de bi hevre hatine girêdan, tesîrê lihev dikin.Mustafa Özçelik got ku îro hedef û rêyên tekoşînên her perçeyan dikare ji hev cuda be lê divê her Kurd xwişk û birayên xwe yên li perçeyên din bifikire û li gor wê gavan biavêje.Mustafa Özçelik piştgîrîya xwe ya jibo referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê careke din anî ziman û bang li hemû Kurdên cîhanê kir ku, piştgirîya serxwebûnê bikin. Herweha Mustafa Özçelik, bang li partîyên li Rojavayê Kurdistanê yên wek PYD , ENKS û hemû partîyan kir ku bila tifaqa xwe pêkbînin û rêvebirîyek hevbeş ya leşkerî, aborî û sîyasî lidarbixin. Heta ku Kurd tifaqa xwe pêk neynin, dê nikaribin li ser maseya çareserîyê de, wek alîyekî Kurdistanî bêne qebûl qirin. Jibo rojhilatê Kurdistanê jî hêvîya yekitiyeke neteweyî kir.Mustafa Özçelik jibo şerê ku li Bakurê Kurdistanê didome demildest bisekine careke din bang li Dewleta Tirkîyeyê kir ku dest ji van êrîş û kuştinan berde û got ku divê PKK jî dev ji sîyaseta xwe ya şerê kolanan berde. Herweha got dewlet divê bi beşdarîya garantörên navnetewî,li gel hemû partî û pêkhateyên bakurê Kurdistanê rûne.Mustafa Özçelik got ‘’Dewleta Tirk ji alîyekî ve şîdetê bikar tîne, ji alîyekî ve jî dixwaze dîsa bi qedexeyan, bi daxistina partîyan rê li ber xebata sîyasî bigire.Qedexe kirina İMC TV yê û behsa qedexeyên li ser parlemanteran wek rêyeke çareserîyê dibîne.Ev tê wê wateyê ku dewlet ji tecrubeyên xwe yên berê dersa dernaxîne. Berîya nuha jî bi caran parlamenter hatibûn girtin, telewizyon û rojname hatibûn qedexe kirin, bi hezaran kes hatibûn hefs kirin. Lê îro her tişt li ber çavan e; ew siyaseta pûç derketîye, tu tişt çareser nekirîye…..Lê mixabin em Kurd jî di derbarê pirrengî û pir dengîyê de ji nuha ve helwest û tecrubeyeke baş nîşan nadin. Îro HDP, DPBê ambargoyek, qedexeyek danîne ser Rûdaw TV yê. Li rojavayê Kurdistanê jî ‘’Rêveberîya Kantona Cizîrê’’ qedexeyan datîne ser Rudaw TVyê. Li Swîsre yê, hinek gêncên PKKê diçin konferansa rêzdar Kemal Burkay, li wê derê sloganan davêjin, dixwazin ahenga civînê xera bikin. Ev rûdanan giş zerarê dide, pir dengî , pir rengîya Kurdistanê, zerarê dide azadîya ramanî, ragehandin û xebata rêxistinî. Ma ev sîyasetên xelet emê çawa qebûl bikin? Kurdistan baxçê gulan e; û divê ev baxçe bi her awayê xwe xweştir û geştir bibe. Nabe ku kes xwe li ser kesî ferz bike. Bingeha azadîya welatê me, pir rengî, pir dengî, hevdu qebûl kirin û tolerans e.’’Mustafa Özçelik di axaftina xwe de got ‘’Di demeke ku ji %70 yê kurdan dengên xwe didin 3 partîyên dibêjin ‘yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’; û di demeke ku, piştî evqas bedelên hatine dayîn, hîna jî hinek Kurd dibêjin ‘dema netew dewletbûnê derbasbûye’; hîna jî hebûna miletê Kurd, hebûna Kurdistanê, mafê çarenûsiya miletê Kurd tê red kirin, helbete ku pêwîstî bi PAKê he ye. Helbete ku pêwîstî bi hêzeke xurt ya azadîxwaz, demokrat û Kurdistanî he ye. Em divê bîr û ray û hestên Kurd û Kurdistanî , ji nû ve di nav gelê xwe de xurt bikin. Mafê azadîyê û statuyê ji nûve di hişmendîya miletê xwe de geş bikin. ’’Mustafa Özçelik behsa xebat û Konferansa 6 partî û tevgerên bakurê Kurdistanê jî kir.Jibo berfireh kirina hevkarîya partîyên bakurê Kurdistanê jî Mustafa Özçelik got ‘’ PAK ji îro pê ve jî dê roleke esasî bilihîze’’. Herweha got, jibo yek kirina kesayet, grub û partîyên ku fikir û siyaseta wan nêzî hevdu divê hemû azadîxwaz û demokratên Kurdistanî roleke dîrokî bilihîzin. Mustafa Özçelik got ‘’ Em wek PAK jibo partîyeke xurt ya azadîxwaz , demokrat , Kurdistanî amadenin her fedekarîyên pêwîstin bicîh bînin.’’Mustafa Özçelik axaftina xwe ewilî bi Kurdî kir. Paşê jî bi kurtayî bîr û rayên xwe bi Tirkî jî anî ziman.Piştî axaftina Mustafa Özçelik beşdaran pirsên xwe kirin. Bi awawyekî berfirehî bersîv ji alîyê Mustafa özçelik ve hate dayin.Konferansê nêzîkî 3 saetan berdewam kir. 29.02.2016Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê