Otelan ji bo karantinayê dibexşin Hikûmeta Kurdistanê
Li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê xwediyê otelan bi awayeke xwebexş û dilxwaziyê ji bo karantînekirinê otelên xwe dibexşin Hikumeta Kurdistanê.
Doh sê otelên din yên bajarê Hewlêrê jî ji aliyê xwediyên wan ve bi Hikûmetê bexşîn, ji bo ku bibin beşek ji wan cihên Wezareta Tendirustiyê ji bo karantînekirinê sûdê ji bikaranîna wan dibîne.
Li destpêka proseya karantînekirina welatiyan li Kurdistanê, Hikumeta Kurdistanê cihên geştiyariyên Kurdistanê kiriye cihên pêşwazî û karantînekirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyan ku li demên derbasbûyî de zêdetirê 5 hezar û 500 kesên vegeriyayî li wan cîhan hatine karantîne kirin.
Her yek ji otelên Mariana, My Flower û Darîn ya li bajarê Hewlêrê ji aliyê xwediyên wan ve (Nezhet Erguşî, Kameran Cemîl Abdulla, Grup Darîn) li rêya Wezareta Bajarvanî û Geştuguzariyê/ Desteya Giştî ya Geştuguzariyê ve bi hemû xizmetên xwe ve bexşîn Hikumeta Kurdistanê heta ku ji bo karantînekirina welatiyan bêne bikaranîn. Niha zêdetirê 400 kesên karantînekirî li nav wan da heye, eve ji bilî wê yekê ku çend otelekî din jî li Dihok û yek otel jî li Akrê avahiya wan ji bo heman mebestê radestî Hikumetê kirine.