Kultur
Orkestra Kurdî li Bulgarîstanê konserên muzîkê saz dike
Orkestraya Silêmanî bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dû konserên muzîkê li welatê Bulgarîstanê saz dike.
Niyaz Nûrî Birêveberê Tîpa Muzikî ya Orkestraya Silêmanî li daxuyaniyeke taybet de got: Em wekî Orkestraya Silêmanî bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dû konserên muzîkê li Bulgarîstanê saz dikin. Yekemîn konsera me li bajarê Parvomaye û ya duyem jî li bajarê Sofya li avahiya kultûrî ya nîştimanî 20/1/2014 dihête saz kirin.
Her wiha got: Hemû konser bi rêberiya Mistefa Ebas Elî birêve diçê ku çend berhemekî muzîkî tê pêşkêş kirin.