Opozisyona sûrî bi amadebûna 11 partiyên kurdî civiya
Duhî (13.08.2011) li bajarê Berlînê paytexta Almaniyayê, bi amadebûna partiyên kurdî yên rojavayê Kurdistanê, opozisyona sûrî civiya.
Konseya Koordînatorya Niştimanî ya hêzên guhertina Sûryeyê bo demokrasiyê, yekemîn civîna xwe li Berlînê saz kir.
Di civînê de ku, partiyên hevbenda niştimaniya demokratîk, hevbenda partiyên çep û 11 partiyên kurdî tê de amade bûn, rewşa sûriyî û mekanîzma rêxistina xwepêşandanan hatin minaweşe kirin.
Weke tê zanîn Konseya Koordînatoriya Hêzên Niştimanî di dawiya meha hezîranê de de hatiye îlan kirin û hemû hêzên çep û îlmanî û kurdî tê de cî digirin.
Ev civîna opozisyona sûrî di demekî de li Berlînê hat saz kirin ku duhî barak Obama serokê Amerîkayê digel şah Ebdulayaî Siudiyê bi telefonê minaqeşeya rewşa sûrî kir û her du aliyan daxaz ji hikûmeta sûrî kir ku êrîşên ser bajaran û kuştina hevwelatiyên sivîl rawestîne û leşker jî veger bo bingehên xwe.