Polîtîk
Operasyonên Newrozê: Li 15 parêzgehan 139 Kurd hatin binçavkirin
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku li 15 parêzgehan di operasyonên berî û piştî Cejna Newrozê de 139 şikbar hatine binçavkirin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya da zanîn ku li 15 parêzgehan, li dijî kesên ku di çalakiyên Newrozê de slogan avêtine operasyon hatine lidarxistin û di encama operasyonan de 139 kes hatine girtin.
Yerlikaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medya civakî diyar kir ku bi kordînasyona Midûriyeta Têkoşîna Dijî Terorê û Midûriyeta Îstixbaratê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê li Erdexan, Kiriklareli, Êlih, Şirnex, Îzmîr, Bursa, Antalya, Denizli, Diyarbekir, Erzirom, Stenbol, Edene, Mûş, Ruha û Wanê operasyonên hatine kirin.