Operasyona ji bo Erdogan û AK Partîyê bê Kurd bihêlin…
Pêwîst e hizreke nû ya siyasî li gorî ruhê damezrîner ê AK Partiyê veguhere pratîka dewletê.
Mehmet Metiner
Ez îro dirêj nanivîsim.
Ez ê tenê behsa destpêka hinek tiştan bikim.
Ger hewce bike ez ê di rojên pêş de bi berfirehî binivîsim.
Ya ku ez ê ji bo îro bêjim ev e:
Dema ku AK Partî ava bû, piştgirîya kurdan pir bû.
Ev piştgirî bi demê re kêm bû.
Di hilbijartina dawî de kurdên AK Partiyê gav bi gav ber bi rêyeke din ve çûn.
Hin ji wan derbasî Huda-Parê û hin ji wan jî derbasî YRP’ê bûn. Hejmarek hindik ji wan ji ber sedemên cuda derbasî CHPê bûn.
Dema ku sîyaseta Îmamoglû ya hembêzkirina kurdan ji ber sedemên siyasî û taktîkî li siyaseta DEM PARTIyê ya ku di eniya li dijî Erdogan de ji ber sedemên bîrdozî diparêze hat zêdekirin, di hilbijartinên 31ê Adarê de tabloyek cuda derket holê.
Wisa dixuye ku Erdoganê ku divê bijardeya sereke ya kurdan be, roj bi roj bê kurd tê hiştin.
Di vê nuqteyê de hinek ji me dibêjin “Kurd zêdetir çi dixwazin?”. Çi kêm e? Ez dizanim hûn ê bipirsin.
Ev pirs û pirsiyara ku li dijî ruh û mîsyona damezrîner a AK Partiyê ye jî, kîn e ji bo kesên ku dixwazin Serokê AK Partiyê bê Kurd bihêlin.
Çawa ku di têkoşîna li dijî terorê de polîtîkayên ewlehiyê pêwîst in, ji bo ku kurdên me yên navxweyî di her warî de bi ser bikevin jî pêdivî bi mejiyeke siyasî ya nû heye.
Dema ku hûn her carê nikaribin PKK’ê bi siyasî, bi desthilatdariya dewletê têk bibin, pirsgirêka ku dê derkeve holê ji holê rakin, an jî ji bo têkbirina siyasî rêyên mumkin bibînin, gelo çêtir e?
Ji bo ya yekem, rê hêsan e. Lê çareserî nayne. Dema ku sindoq tê danîn dîsa dest pê dike.
Rêya duyemîn riya herî rast e. Rêyên gengaz hene. Ji bo vê jî pêwîst e hizreke nû ya siyasî li gorî ruhê damezrîner ê AK Partiyê veguhere pratîka dewletê.
Serdana Serokê me ya bo Hewlêrê bi helkefta geşta wî ya Iraqê, ji her aliyê ve girîng e.
Wekheviyeke herêmî ya bêyî Kurdan êdî nayê avakirin. Ji ber vê yekê pêwîst e bi lezgînî polîtîkaya dewletê ya nû ji bo herêmê bê meşandin. Pêwîst e helwesteke nû bê çêkirin ku kurdên Sûriyê ne tenê bi rêya Hewlêrê, lê di nav devera karîgeriya Hewlêrê de jî têxin nav hevkêşeyê.
Têgihîştina parêzvanê Kurdan û razîbûna bi destkeftiyên Kurdan ne tenê di her warî de fêdeyê dide Tirkiyê, di navxwe de jî piştgiriyeke xurt dide AK Partiyê.
Ez behsa pêvajoyeke nû ya çareseriyê nakim.
Lê polîtîkayeke nû ya Kurd gelekî girîng e.
Hş jî ne dereng e.
Heger tavilê leystika bê kurd hiştina Erdogan AK Partî an jî veqetandina kurdên vî welatî ji Erdogan ranebe, emê sibê li çokê xwe bixin!
Çavkanî:Rojnama Yenîşafak
Werger: Rojevakurd